TBMM
Lijneya Lêkolîna Mafên Mirovan a TBMMê bi daxuyaniyekê derbeya leşkerî ya li Misrê şermezar kir.
Parlementerên AK Parti, CHP, MHP û BDPê daxuyanî îmze kirin. Di daxuyaniyê de behsa bidarvekirin, îşkence, binçavkirina domdirêj û binpêkirina mafên mirovan yên di dema derbeyan de hat kirin.
Hat ragihandin ku di demokrasiyê de îqtidar encex bi hilbijartinan tê guhartin. Di dewamê de wiha hat gotin: "Ji bilî vê yekê her mudaxele, li dijî hiqûq û demokrasiyê ye. Me berê bi dehan bûyerên wiha dîtin. Ev derbe, yek ji wan e ku demokrasî, hiqûq û mafê mirovan binpê dike. Îqtidara ku bi awayekî derhiqûqî û bi zorê hatine sitendin, divê ji gel re were dayin. Li dinyayê divê hemû saziyên demokratîk li dijî vê yekê bin. Em wek Lijneya Lêkolîna Mafên Mirovan, derbeya leşkerî ya li Misrê şermezar dikin. Em hêvîdar in îqtidarê demildest teslîmî gel bikin û careke din jî tiştekî wisa neyê dubarekirin. "