07 Hezîran 2016•Rojanekirin: 08 Hezîran 2016
ANKARA
Li gor agahiya Wezareta Dadê, li TBMM û wezaretê ji ber sûcên cuda der barê 152 parlamenteran de 800 fezleke hene.
Di 20ê gulanê de li Lijneya Giştî ya TBMMyê ji bo ku parezbendiya parlamenterên ku der barê wan de fezleke hatiye amadekirin bê rakirin, guherîna zagonê hat qebûlkirin. Ji tarîxa ku guherîna zagonê hat qebûlkirin pê ve, parezbendiyên der barê fezlekeyan yên li TBMMyê, Serokwezîrtiyê û Wezareta Dadê hatin rakirin.
152 parlamenteran eleqedar dike
Li TBMMyê der barê 139 parlamenteran de 682 dosya, li Wezareta Dadê der barê 57 parlamenteran de 118 fezleke hene.
Parlamentera Enqerê ya Xweser Aylîn Nazliaka jî di nav de ji AK Partiyê 29, ji CHPê 57, ji HDPê 55, ji MHPê 10 bi giştî der barê 152 parlamenteran de fezleke heye.
Li gor partiyan dema dosyeyan bê nihêrandin der barê HDPê de 511, der barê CHPê de 211, der barê AK Partiyê de 50 û MHPê de jî 23 fezeleke hene.
Der barê parlamenter Nazliaka de jî 5 fezleke hene.