Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li Stenbolê beşdarî resepsiyona Midûriyeta Ewlehiyê ya Stenbolê ya ku li Malapolêsan a li Tozkoparan hat lidarxistin bû. Serokwezîr Erdogan li vir axivî û di axaftina xwe de diyar kir ku ji bo pîrozbahiya salvegera 169emîn a damezirandina têşkîlata polêsan îro ligel hev in.
Erdogan wiha got: "Hêvî û daxwaza min ew e ku Tirkiye di pêvajoyên bê de di nav hevkarî û yekîtiyê de bijîn û ji bo pêşerojê bimeşin."
Serokwezîr Erdogan di axaftina xwe de destnîşan kir ku dê li dijî hewldanên ku yekîtî û hevkariya teşkîlata polêsan xirab dikin bisekinin û wiha got: "Divê em li dijî hewldanên ku dixwazin yekîtî û hevkariya me xirab bikin bisekinin, em ji bo vê mecbûr in, em ê bi hev re gav biavêjin."