Arîkarê Serokwezîr Alî Babacan got "Dema ku berjewendiyên Tirkiyeyê yên navneteweyî, ewlehiya wî ya neteweyî dibe mijar, mijareke wekî hilbijartina Konseya Ewlehiyê (NY) an jî mijara ermeniyan dikeve rojevê Tirkiye di nav xwe de dibe yek û ji Tirkiyeyê dengek tenê bilind dibe, helweste hevpar nîşanê mijarê dide. Van rojan mijarên wekî Konseya Ewlehiyê ya Neteweyê Yekbûyî û mijarên gelekî girîng yên wekî mijara ermeniyan di rojevê de ne. Lê bi ya min helwesteke ku ji Tirkiyeyê hez dike, helwesteke ku ji gelê Tirkiyeyê hez dike û ya ku di van mijaran de hewlwesteke derveyî helwesta hikûmetê, hewldanên ku Tirkiyeyê ji ser partiya îqtidarê û hikûmetê nebaş nîşan dide li hev nayên."
Babacan di çarçoveya Civînên Biharê yên Bankeya Cîhanê û IMFê li Washingtona paytextê DYAyê ye û wir bi rojnamevanan re hat bal hev.
Babacan diyar kir ku di çarçoveya têkiliyên xwe yên li Washingtonê vebûna Ofîsa Washingtonê ya Anadolu Agencyê kirin. Babacan da zanîn ku digel vê beşdarî vebûna Şaxa Washingtonê ya MUSÎADê bû û bi du saziyên cuda yên fikrî re jî têkilî danî. Babacan ragihand ku dê di rojên din de jî gelek hevdîtinan bike û beşdarî 3 konferansên cuda yên veberhêneran bibe.
Babacan li ser pirsa dê kî bibe serokomar got ev mijar berî her tiştê dê di encama nirxandinên Serokomar Abdûllah Gul û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan de derkevin holê.
Babacan li ser pirsa 'Gelo tu gotinên we ji bo saziyên nêzî tevgera Gulen hene an na?' wiha axivî: "Heke mijar berjewendî û ewlehiya Tirkiyeyê, kredîbîlîteya wî ya li camîaya navneteweyî be ez wisa difikirim ku bila tu kes ji bo rexnekirina hikûmetê nekeve nav hewldanên ku zirarê dide berjewendiyên welêt. Bi ya min her kes divê bi berpirsyarî tevbigere "
Ji Babacan pirsîn ku 'Gelo tu hewldanên hikûmeta Tirkiyeyê yên ji bo ku Fetûllah Gulen îadeyî Tirkiyeyê bikin hene an na?' Babacan li ser vê pirsê got "Tu agahiyên min ji bo teşebûseke wisa tuneye."