ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu, "(Îdiaya dê bi MHPyê re hevdîtinê bike) Min di serî de gotibû, hevdîtinên me dê bi hemû aliyan re bidomin. Dema ku pêdivî bi hevdîtinê hebe dê hevdîtin bê kirin. Em ê ser hevdîtinê rawestin, nirxandinan bikin piştî vê dibe ku em hevdîtina bi wê re jî bifikirin. Em ji pêvajoyeke wisa re derbas dibin ku divê hemû alî di vê pêvajoyê de berpirsiyarê hildin ser milê xwe. Lewra ez jî ji bo damezrandina hikûmetê hatim wezîfedarkirin, çi hewce bike, ez ê bi cih bînim."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan piştî merasima bi minasebeta dayîna madalyeya rûmetê ya dewletê ya ji bo Orgeneral Necdet Ozelê Serokê Serkaniyê hat kirin, li Kulliyeya Serokomariyê resepsiyon da.
Serokwezîr Davutoglu di resepsiyonê de, pirsên rojnamegeran bersivandin.
Davutoglu got ku berî Kemal Kiliçdarogluyê Serokê Giştî yê CHPyê rast nîne ku ez der barê hevdîtinê de daxuyaniyê bidim. Ya divê bê zanîn ew e ku her du aliyan biryar da ku cardin bên bicivin.
Davutoglu destnîşan kir ku digel Kiliçdaroglu raporên der barê hevdîtinên koalîsyonê de hatin amadekirin nirxandin. Piştî nirxandinê Wezîrê Çand û Tûrîzmê Omer Çelîk û Halûk Koçê Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê CHPyê ku tevlî civînê bibûn, daxuyanî dan. Çarçoveya daxuyaniya wan bi destê serokan hatibû amadekirin.
- "Divê herkes di vê pêvajoyê de xwe bide ber vî barî"
Davutoglu wiha dewam kir: "Niha pêvajo dewam dike, tiştekî rast nîne mirov li ser pêvajoyê biryarên teqez bide. Bi rêya van hevdîtinan em hewl didin ku pêşerojê bibînin. Belê dema me jî zêde nema; lê hewce nîne ku nirxandineke wekî 'ew ê fila rojê daxuyaniyeke dîrokî bê kirin' bike. Lewra pêvajoyeke ku berdewam dike heye."
Davutoglu li ser pirsa rojnamegerekî ya "(Îdiaya dê bi MHPyê re hevdîtinê bike) Min di serî de gotibû, hevdîtinên me dê bi hemû aliyan re bidomin. Dema ku pêdivî bi hevdîtinê hebe dê hevdîtin bê kirin. Em ê ser hevdîtinê rawestin, nirxandinan bikin piştî vê dibe ku em hevdîtina bi wê re jî bifikirin. Em ji pêvajoyeke wisa re derbas dibin ku divê hemû alî di vê pêvajoyê de berpirsiyarê hildin ser milê xwe. Lewra ez jî ji bo damezrandina hikûmetê hatim wezîfedarkirin, çi hewce bike, ez ê bi cih bînim."
-"Di siyasetê de 24 saet jî demeke dirêj e"
Davutoglu li ser pirsa "Gelo ew ê hevdîtin heta 23ê tebaxê temam bibin? " got "Di siyasetê de 24 saet jî demeke dirêj e. Dema ku mirov bixwaze bigihêje encamekê, mirov dikare zeman jî peyda bike. Ya girîng ew e ku divê Tirkiye bê hikûmet nemîne."
Rojnamegerekî got ji ber bûyerên terorê li Tirkiyê gengeşî çêbû dê encam çawa be? Davutoglu wiha xeberda:
"Li gor min niha di qada siyasetê de rageşiyek tuneye. Di qada siyasetê de diyalog tên kirin û dewam dikin. Ji bilî HDPyê niha di qada siyastetê de li Tirkiyê rageşî tuneye. Sedema vê jî ev e ku helwesta HDPê ya li hemberî bûyerên terorê zelal nîne. HDP dudilî ye. Em dibêjin şermezar bike... Hevserok ji bo çekdanînê bangewazî kir lê parlementerek li Edeneyê tevlî merasima cinazê terorîstekî bû li vir gotinên ecêb got.
Li vir divê HDP tena serê xwe bimîne û mihasebeya van bûyeran bike. Divê wekî partiyeke ku dibêje ez 'di platformeke demokratîk de hewl didim', tevbigere."