ÎSTANBÛL
Namzedê Serokomariyê Ekmeleddîn Îhsanoglu ragihand ku ji bo xêr û bereketa aboriya Tirkiyeyê û ji bo dahat û reqabet zêde bibe, tişta herî girîng qeweta mirovan e. Divê ji bo mirovan veberhênan bên kirin.
Îhsanoglu daxuyaniya nivîskî da û dest nîşan kir ku pêdiviya Tirkiyeyê bi polîtîkayeke biîstiqrar, bi polîtîkayên biryardar û hêzdar ve xurtkirina hizûra hindur û derve heye û wiha dewam kir: "Heke hûn bi her kesî re şer bikin, hûn ê nikaribin ku qeyranên welatên cînar çareser bikin. Hûn ê çawa dahata fînansê çêbikin û veberhênan bikin. Hûn ê bi welatên cînar re û bi Ewropayê re têkiliyên bazirganiyê çawa bixin asta asayiyê. Ev bi qêrîn û gazindan naçe serî. Ev şêwaza ku hûn bi kar tînin ne şêwaza aboriyê ye ku aborî geş bibe, ne şêwaza îtibara navneteweyî ye."