BURSA
Parêzerê Serokê rêxistina PKKyê Abdullah Ocalan Mazlum Dînç diçe Girava Îmraliyê.
Parêzerê Ocalan Mazlûm Dînç û xwîşka Cûmalî Karsû Pervîn Oduncu, kurê Şeyhmûs Poyraz, Mazlum Poyraz û birayê wî Mehmet Poyraz ji bo ku herin Girava Îmraliyê serê sibê hatin Fermandariya Cendirmeyan a Gemlîkê.
Parêzer Dînç pirsên rojnamevanan nebersivand. Dînç û eqrebayên mehkûmên din piştî ku karên wan li fermandariyê qediya dê herin Girava Îmraliyê.
Abdullah Ocalan li gor xala125emîn a Cezaya Giran a Tirk, bi hinceta "îxanetê' cezaya darvekirinê xwaribû. Pişt re li gor qanûnên Yekîtiya Ewrûpayê cezaya darvekirinê rakiribûn û cezaya heta hetayê dabûn wî. Cûmalî Karsû û Şeyhmûs Poyraz jî li girava Îmraliyê mehkûm in.