Namzedê Serokomariyê Ekmeleddîn Îhsanoglu reya xwe li Stenbolê dibistana Yenîkoyê li ser sandoqa bi 1592 nimre reya xwe avêt û got: "Li Tirkiyeyê cara ewil e ku gel serokomarekî hildibijêre. Em dixwazin ku ev hilbijartin bi awayekî durustî şefaf bê kirin. Heke wisa nebe, li Tirkiyeyê qeyraneke mezin a demokrasiyê dê derbikeve."
Îhsanoglu bi bîr xist ku kampanyaya hilbijartina serokomariyê duh êvarê bi dawî bû û wiha pê de çû: "Îro gelê Tirkiyeyê diçe ser sandoqan. Gel bi vîna xwe ya azad tercîha xwe dike û mora xwe lê dide. Înşeallah em ê îşev hîn bibin ku wê kê bibe Serokomarê Komara Tirkiyeyê."
Fusûn Îhsanogluya jina Îhsanoglu û kurên wî Emre Azîz û Mehmet Orhan Îhsanoglu jî li ser heman sandoqê reya xwe avêtin.
Îhsanoglu piştî daxuyaniyê derbasî mala xwe bû û hat gotin ku Îhsanoglu dê encamên hilbijartinê ji saet 17.00an û pê li navenda hilbijartinê ya li Leventê bişopîne.