Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wiha got: "Kesên ku ji xwe re Kabeyên nû digerin, helbet Qur'anê wan aciz bike. Hûn dizanin ku ev jî kî ne. Birayên min ên kurd ji dînê xwe re sadiq in û xwedî li dînê xwe dertên. Nexwe ez wisa difikirim ku wê cewaba hewce bidin rayedarên ku dînê Zerduşt ji xwe re kirine bawerî."
Serokomar Erdogan di merasîma vekirinên giştî ya li Meydana Beşyolê de destnîşan kir ku hikûmetê ji Wanê re gelek xizmet kir.
Erdogan diyar kir ku Şaredariya Wanê nikare avê jî bide Wanê û wan bixwe pirsgirêka avê ya bajêr çareser kir û got ku şaredarî wezîfeya xwe nayne cih.
Serokomar Erdogan bal kişand ku bi destê Wezareta Çand û Tûrîzmê ve "Dîwana Feqiyê Teyran" hat çapkirin û wiha domand: "Ev jî dide nîşan ku êdî li Tirkiyeyê polîtîkayên red, înkar û asîmîlasyonê li paş man. Dema ku me AK Partî ava kir, rîspiyên herêmê ji me xwestin ku em rewşa awarte ya li herêmê rakin û me jî di nava mehekê de ev anî cih."
Serokomar Erdogan axaftina xwe wiha domand:
"Hin kes ji ber ku ez meala Qur'anê ya kurdî bi we re parve dikim, aciz dibin. Hetta hevserokê partiya cudaker got ku, 'Di rastiyê de ev ne ya Serokatiya Karûbarên Diyanetê ye, ev meala Qur'anê ya kurdî bi destê weqfeke taybet hatiye amadekirin'. Careke din jî got ku, 'Ev tenê wekî nusxeyekî hat çapkirin û ji Serokomar re hat şandin'. Bênavber roja din Serokatiya Karûbarên Diyanetê bersiva wî da û got ku, 'Aniha wekî qonaxa ewil me 10 hezar nusxe meala Qur'anê ya kurdî da çapkirin û me şand herêmê û em dişînin.'
Ez dizanim ku aciziya wan di rastiyê de ji Qur'anê bixwe ye. Jixwe ew jî bi eşkere vî tînin ziman. Çi dibêjin, 'Bira ji dibistanan dersên dînî yên mecbûrî bên rakirin.' Çima bila bên rakirin? Çima tu aciz dibî? Dersa dînî ya mecbûrî ji ber hukmê amîr yê Destûrê heye. Çawa heye, wekî dersa Çanda Dînê û Zanîna Exlaqê heye."
Erdogan bal kişand ku kesên ku ji xwe re Kabeyên nû digerin, helbet Qur'anê wan aciz bike û wiha pê de çû: "Hûn dizanin ku ev jî kî ne. Birayên min ên kurd ji dînê xwe re sadiq in û xwedî li dînê xwe dertên. Nexwe ez wisa difikirim ku wê cewaba hewce bidin rayedarên ku dînê Zerduşt ji xwe re kirine bawerî."
- "Ji hevdu cudahiya wan tuneye"
Erdogan got ku di warê dîn û baweriyê de tu cudahiya HDP û CHPyê tuneye û wiha xeberda: "CHPyê ji xwe re Çankaya û HDPyê jî ji xwe re Taksîm kirine Kabe. Emê xwedî li Kabe û Qur'ana xwe derkevin."