Nihat Kavşut
07 Hezîran 2018•Rojanekirin: 07 Hezîran 2018
MERSÎN
Serokomar Erdogan: "Em di 16 salên dawîn da bêyî ku ferqê bikin navbera kes, bajar û navçeyan dixebitin."
Erdogan: "Em di carekê da veberhênaneke bi 4 katrîlyon lireyî li Tersus û Mêrsînê çêdikin. Ez bixwe projeyê teqîb dikim. Veberhênana ku em li Herêma Tûrîzmê ya Tersus Kazanliyê dikin wê ji bona tûrîzma herêmê xebateke girîng be."
Erdogan: "Em belasebeb nabêjin 'Çi bike dîsa AK Partî dike' û 'Sekan tuneye, berdewam.' Em pêşiyê xeyalan dikin hedef û peyra hedefan bi cî tînin. Em projeyên ku yên din nikarin xeyal bikin çêdikin."
Erdogan: "Em li Tersusê 5 hêrêmên pîşesaziyê yên nû ku bi qasî 50 hezar kes dikarin lê bixebitin ava dikin."
Erdogan: "Tu çi difiroşî, çi xera dikî û çi radikî? Ev gel wê we bike mezel. Derketiye û dibêje ez ê qesrê xera bikim. Serokê te yê giştî jî wisa digot. Peyra hat wê qesrê, lê tu yê firsendê nebînî ku werî qesrê. Lewra meriv dikare bi feraseta gel were wir."
Erdogan: "Ez ê îşev li 'wê qesrê' fitarê bidim 2 hezar û 200 mixtarên me. Em ê tevlî 2 hezar û 500 mixtarên xwe peyama xwe bidin Tirkiyeyê. Ev der cihê qrala nîne, ev der cihê mirovekî tenê nîne, ev der ew cih e ku mixtaran nûnerên milet lê tên ezimandin. Min hergav birayên xwe yên mixtar li vê derê ezimandin û diezimînim. Îşev cara ewil wê ji 2 hezarî zêdetir bin."