ANKARA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan beriya serdana xwe ya Rûsyayê li Balafirgeha Esenbogayê daxuyanî da û pirsên rojnamevanan bersivand.
"Ji ber ku şert û mercên wî rê nade em jî zêde pê de neketin"
Serokwezîr Erdogan piştî ku hat destnîşankirin ji bo namzediya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê navê Nîhat Hatîpoglû derbas dibe de wiha got: "Hevdîtin û axaftina me ya bi Nîhat Hatîpoglû re taybetî ji bo li ser Diyarbekirê hînkirina ray û ramanên wî bû. Ji ber ku Hatîpoglû ji Diyarbekirê ye û malbata wî jî li wir e me xwest fikr û ramanên wî hîn bibin. Heger namzediya me qebûl bikira dê gelekî baş bûya, lê ji ber ku şert û mercên wî rê nade em jî zêde pê de neketin. Ji ber vê jî, ez jî hevalên min jî di wê fikr û baweriyê de ne ku ya rast ew e ku di vê meqama ku lê ye em dikarin jê baş sûd wergirin. Bi taybetî em şemî û yekşemê li ser Diyarbekirê axivîn û me bi hev re nirxand."
Erdogan li ser pirsa der barê wî kesê ku li nêzî Avahiya Navendî ya Serokwezîrtiyê hat derdestkirin de diyar kir ku tiştekî cuda nîne û wiha got: "Vî kesê hanê ji ber ku polêsên me jê guman dikin, îqaz didinê û ew jî disekine. Lê bi derekê re têkiliya wî heye yan na? Hêzên ewlehiyê niha lêkolîn dikin. Piştî encama lêkolînê dê biryarê saziyên dadgeriyê bidin."
"Ev gaveke ne li dijî kom û hêzekê ye"
Erdogan li ser pirsa "Li ser mijara dersxaneyan, di vê pêvajoyê de di navbera we û Fethûllah Gulen de tu axaftin derbas bû yan na" jî diyar kir ku bi Gulen re di van rojan de li ser van mijaran tu axaftinek derbas nebûye. Erdogan destnîşan kir ku ji medyayê û derveyî medyayê bi gelek kesan re li ser vê mijarê axiviye û fikr û ramanên xwe aniye ziman û wiha berdewam kir: "
"Ev ne tişekî hefteyek berê, du meh berê yan jî salek berê ye. Tiştekî gelek kevn e. Min do êvarê jî got, dema ku Huseyîn Çelîk Beg Wezîrê Perwerdeya Neteweyî bû ma dabû destpêkirin û ne li dijî kom û hêzekê ye. Ji bo ku hişmendiya dersxaneyan biguhere em van gavan davêjin. Hin der û dor vê wekî girtin û rakirina dersxaneyan nîşan didin û dibêjin 'Çi sûcê me heye.'" Di vir de em li sûc û sûcdaran nagerin ku sernavek wisa davêjin. Ya rast li gor baweriya min ev sernav jî ne sernaveke baş e û li serê nefikirîne."
Erdogan li ser pirsa ku "Parlamenterê Kutahyayê yê AK Partiyê Îdris Bal sewqî disîplînê kirine" de jî wiha got: "Heger kesekî siyaset dike yan jî dixwaze siyasetê bike û vê biryarê da divê polîtîka û disîplîna partiya ku tê de siyasetê dike baş bizanibe. Lewra vê qebûl dike û ji wê patiyê dibe endam û divê li gor vê disîplînê tevbigere."
Erdogan destnîşan kir ku dema li gor vê tevnegere mueyyîdeyên partiyê hene û wiha peyivî:
"Heger tu pir ji xwe bawerî biçe û bibe namzedê serbixwe. Çawa li kêfa te were û li ku bixwazî tu yê bibêji. Lê hûn ê ji xwe bawer nekin û di bin sîwana partiyek de bibin endam. Ev nabe. Mixabin vî hevalê me jî li gor disîplîna partiyê tevnegeriya. Hevalên me jî diyar kirin ku di vî warî de ev acizî ne yek e û ne jî dudu ye. Mijarê ji min re rapor kirin. Min jî daxwaza van hevalan qebûl kir, lewra ez serokê komê me. Hevalên me di vê noqteyê de ji bo ku bê îxrackirin niha hewaleyî disîplîne kirine."