ANKARA
Ji bo derxistina Destûra Bingehîn a Nû Komîsyona Lihevkirinê hatibû amadekirin. Komîsyonê gelek xebat kir û heta niha bi tenê li ser hin xalan li hev kirin. Lê van xebatên wan ji bo derxistina Destûra Bingehîn a Nû têrê nekir. Li ser vê Serokê TBMMê Cemîl Çîçek jî nameya der barê Komîsyona Lihevkirina Destûra Bingehîn a Nû ku qal dike ku nikarin li ser hemû xalên destûra bingehîn li hev bikin ji komên AK Partî, CHP, MHP û BDPê ku di TBMMyê de ne re şand.
Çîçek di nameya xwe de li ser xebat û tiştên ku di dema çêkirina destûra bingehîn de pêk hatine sekinî û wiha dewam kir:
"Di pêvajoyê de hin tiştên girîng jî bi dest ketin. Lê bi tenê li ser hin xalan lihevkirin pêk hat. Hat dîtin ku ji bo destûra bingehîn bi temamî lihevkirin ne mimkun e. Ji ber ku hemû partî ji ya xwe nayên xwarê ev encam derdikeve holê. Li hemberê vê rewşê Seroktiya min a komîsyonê jî bê mane ye. Ji ber vê xebatên destûra bingehîn a nû ya ku hetanî vê demê hatine kirin ji bo ku hûn binirxînin min ji we re bi vê nameyê re şand. Heke bê xwestin û destûr jî bê dayîn ev metnên hanê li ser malpera înternetê ya TBMMyê jî dê bên weşandin."