Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got "Sedema Operasyona Şah Firatê mezin e, encama wê jî serketftî ye. Ev tu wext vekişîn û devjêberdanan ji emaneta ecdad û kalikê me nîne."
Serokomar Erdogan li Qesra Serokomariyê bi lijneya ku ji gundparêzên berwext pêk tê re hevdîtin kir û di axaftina xwe ya vir de ji ber operasyona Şah Firatê Hikûmet, Hêzên Çekdar ên Tirkan û hemû hêzên ewlehiyê yên ku beşdarî operasyonê bûn û piştgirî dan operasyonê pîroz kirin.
Erdogan da zanîn ku Tirbeya Suleyman Şahê emaneta kalikan û dîrokê ye, bi hesasiyeteke mezin vê emanetê diparêzin, ji ber înşeatên bendavan berê niha du caran cihê tirbê hat guherandin, bi operasyona Şah Firatê cara sêyem guherîn hat kirin.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku vê carê jî ji ber şertên ewlehiyê yên derasayî tirbeyî neqlê cihekî ewledartir kirin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Sedema Operasyona Şah Firatê mezin e, encama wê jî serketftî ye. Ev tu wext vekişîn nîne. Ev devjêberdana emanetê dîrok û ecdadê me jî nîne. Me ji bo ku ewlehiya canê leşkerên me yên ku wezîfeya wan tenê parastina wê axê û Tirbeyê ye, nekeve xetereyê, serî li vê rêbaza berdem û neqlkirina berwext da.
Tirkiye bi vê mûameleya neqlê bi tu awayî dev ji çavkaniyên xwe yên ku ji peymanan tê, bernedaye. Di heman demê de axa me ya li nav axa Sûriyeyê dîsa jî heye, niha herêma ku neqlê hat kirin jî dîsa dê ji aliyê leşkerên me ve bê parastin.
Ewlehiya canê leşkerên me yên ku bi parastina tirbeyê peywirdar e, ji bo me ji her tiştê girîngtir e. Tirba Suleyman Şahê û leşkerên me yên li wê derê wek navgîna şantajê li dijî me bi kar dianîn. Bi vê neqilkirinê ve ev dek û dolaba wan jî xerab bû. Dema ku me ev lîstik têk birin, li welêt jî hin kesan dewleta xwe û hikûmeta xwe bi gotinên tund sûcdar kirin, ev jî merivan xemgîn dike û merivan difikirîne. Bi taybetî jî partiyên mixalefetê di vê mijarê de wek rejima Esed difikirin, ev jî merivan xemgîn dike."
-Rexneyên der barê Serkonsolosxaneya Mûsilê de hê jî gelek baş di bîra me de ne
Serokomar Erdogan diyar kir Tirbeya Suleyman Şahê di salên 1939 û 1975an de ji ber çêkirina bendavê hat neqlkirin û ew kesên ku neqlkirinên wê heyamê ji bo wan nedibû pirsgirêk niha operasyona ku di 2015an de ji ber sedemekî gelekî heyatîtir hat kirin rexne dikin û ev yek jî mirov xemgîn dike. Serokomar Erdogan bi bîr xist ku tirbeyê dîsa kişan Gundê Eşmeya axa Sûriyeyê ya ku 200 metro dûrî sînor e.
Serokomar Erdoga sersaxî da malbata binefserê ku di operasyonê de şehîd ket û got "Di dema operasyona neqlê de binefserekî me bi qezayeke dilsoj şehîd ket. Xwedê car din rehma xwe li şehîdê me bike, serê malbat û hempîşeyên wî sax be" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Tirkiye çendî caran operasyonên bi vî awayî kirin. Kesên ku li hember neqla li Tirbeya Suleyman Şahê bertek nîşan didin, bertekên we yên di dema bûyera rasera Serkonsolosxaneya Mûsilê û dîlgirtina xebatkarên me yên wir de gelek baş di bîra me de ne, em wan gelek baş dizanin. Ez bi vê wesîleyê dixwazim ku bibêjim gelek baş di bîra me de ne. Me xebatkarên xwe yên Serkonsolosxaneyê jî bi plankirineke gelekî baş bêyî ku tiliya tu kesî xwîn be xilas kiribû."
Erdogan car din ji ber operasyona Şah Firatê Hikûmet, Hêzên Çekdar ên Tirkan û hemû hêzên ewlehiyê yên ku beşdarî operasyonê bûn û piştgirî dan operasyonê pîroz kirin.
-Fedakariyên gundparêzên berwext li ser hemû teqdîran de ne
Serokomar Erdogan got ku pergala gundparêziya berwext ji sala 1985an heta niha berdewam dike. Erdogan destnîşan kir ev pergal ji ber nîşan dide ku gelê herêmê li hember rêxistina terorê ligel dewlet û gelê xwe cî digire gelekî girîng e û diyar kir ku gundparêzên berwext li hember êrîşên rêxistina terorê gundê xwe parastin û ewlehiya can û malê xwe pêk anîn û bi vî awayî gundparêzên berwext li herêmê bûn arîkarên herî mezin ên hêzên ewlehiyê.
Serokomar Erdogan got "Di têkoşîna li hember terorê re de heta îro hezar û 620 gundparêzên berwext şehîd ketin û fedakariyên gundparêzên berwext li ser hemû teqdîran de ne" û bi bîr xist ku li 22 bajêran 45 hezar û 880 gundparêzên berwext peywirdar in.
Erdogan bal kişand ji bo ku mexduriyetên der barê mafên şexsî ji holê rakin di salên 2007, 2012 'u 2013an de verastkirinên gelekî girîng kirin û da zanîn ku îro dê bi lijneyê re li ser van hemû serenavan bisekinin û wiha axivî: "Ez spasiya hemû gundparêzên me yên berwext ên ku heta niha malbata xwe, gundê xwe, herêma xwe û welatê xwe kirin, dikim" û got ku Xwedê rehma xwe li şehîdan bike û ji bo gundparêzên ku li ser karên xwe ne jî serkeftinê xwest.