Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş li Qada Umraniyeyê di mitînga herêma 1emîn a partiya xwe de axivî û got her alî ew peyamên aştiyê yên ku ew didin, qebûl dikin û piştgiriyeke mezin didinê.
Demirtaş got ku hêviya Tirkiyeyê ne û da zanîn ku li welêt civakeke pirrengî heye, ew kesên dixwazin ku vê bikin rengek tenê dê têk biçin.
Hevserokê Giştî yê HDPyê Demirtaş got ku li welatekî heke pergala edaletê têk biçe dê dewlet jî têk biçe û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Êdî dadgerên darazê tunin, dadgerên di bin tehdeya AKPyê de hene. Dema biryareke ne li gor wan derkeve, hema wan dozgeran digirin. Heke edalet dozgeran jî bigire ew edalet tuneye. Rojnamevan, akademîsyen ji ber ku AKPyî nînin tên sirgûnkirin, ji kar tên derxistin. Temamiya van, jehrketina hêzê ye. Wek gel derfeta we heye ku hûn dersekê bidin kesên ku bi îqtidarê jehrî ketine, qure bûne û pozbilind bûne. Va sindoq ji bo vê yekê heye. Mohra 'erê' li HDPyê de û derfeta 'Nexêr ya hêzdar tu ninî gel e' bi dest bixe."
-"Em divê bêedaletiyan rast bikin"
Demirtaş ragihand ku "Li dora Qesrê, dora Serokwezîr feqîrek tenê tune" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Hemû bûn trîlyoner. Kesên ku bi mehaneya kêmtirîn dixebitin, esnaf, heke hezar salî bixebitin nikarin bibin trîlyoner. Di nav sê salan de kesên ku 100 trîlyonî qezenc dikin hene. Bêyî diziyê çawa ev pere tê qezenckirin? Hemû tevî heramiyê bûn. Divê em van hemû bêedaletiyan rast bikin. Em ji bo xirabiya vî welatî naxebitin. Em ji bo ku hesabê xirabiyên ku AKP dike bipirsin, dixebitin. Ev der welatê tirk, kurd û ereb yê her kesî ye. Em hemû heq dikin ku wekhev bijîn. Heke ev welat ê me hemûyan be deynê ser sitûyê me ye ku em ji bo başiya wê bixebitin."
Selahattîn Demirtaş diyar kir ku di 7ê hezîranê de dê tenê partî bên hilbijartin, piştî wê heyamê jî li vî welatî ji her aliyî mirov dê di nav biratiyê de bijîn.