Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş wiha got: "Daxwaza min ji we ew e ku li dora hemû namzedan bêyî ku ferq û mehliyê bikin, li nasname û rêza wan binêrin bibin yek û hev bigirin."
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş di mitînga partiya xwe ya li Qada Kazliçeşmeyê de axivî û got ku ji 8ê hezîranê pê ve dê di nav tu projeyên ku dê zirarê bide Tirkiye û gel de cî negirin.
Demirtaş got ku "Em dixwazin ku Tirkiye bi hemû rengên xwe ve bibe wek Kazliçeşmeyê. Em dixwazin ku 7ê hezîranê de her kes bi dengê xwe, rengê xwe, stranên xwe, govenda xwe, horona xwe li Tirkiyeyê bibe cejn û dawet" ' û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Li vê qadê pîr û ciwan, ji her bawerî û nasnameyê ji her cureyê mirov hene. Jiyana bi vî şeklê qet dijwar nîne. Çawa ku em dikarin li vê qadê bên bal hev, bêyî ku em hemberî hev hêrs bin, mudaxaleyî hev bikin, bi kîn gotinan nabêjin, li hember awayê jiyana xwe rêz digirin, em ê wisa jî di 7ê hezîranê de demokrasiyeke pîranîker îlan bikin."
-"Bila her deng bikeve sindoqê"
Demirtaş got ku dê HDP ji bendê derbas bibe û wiha axivî: "Heke Stenbol rabibe ser piyan û gotibe 'Ez heme' jixwe ew çax bend hilweşiyaye. Em talib in ku bi hemû hevalên xwe re, bi piştgiriyeke mezin a gel ve welatê xwe bi rê ve bibin. Parlemento divê bibe baxçeyeke rengîn a kulîlkan. Welatekî bê HDP, parlemetoyeke bê HDP tenê yekreng e, gewr e gewr, reşbîn e lê hebûna HDPyê tê wê wateyê ku dê li parlementoyê kulîlk bişkivin."
Demirtaş got ku "Daxwaza min ji we ew e ku li dora hemû namzedan bêyî ku ferq û mehliyê bikin, li nasname û rêza wan binêrin bibin yek û hev bigirin" û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em her dengê bibin sindoqê. Pişt re em li sindoqê xwedî derkevin. Piştî mitîngê serî li teşkîlatên navçe û bajêr bidin. Bibin muşahîd û çavdêr. Hêza ku dê sindoqê biparêze em in."