Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş der heqê êrîşên ser avahiyên HDPyê yên li Mêrsîn û Edenê de got: "Îro di demeke wisa de êrîş birin ser avahiyên me yên li Edene û Mêrsînê, hindik mabû ku namzed û rêvebirên me bikujin. Di demeke wisa de êrîşekî wisa dijwar kirin ku xwestin cinazeyên wan ji wir derxin. Îro hewl dan ku qetlîamê bikin."
Demirtaş beşdarî mitînga partiya xwe ya li kêleka Stada Tevfîk Sirri Gur hat lidarxistin bû. Demirtaş got ku ji bo ew li Mêrsînê ye kêfxweş e. Demirtaş li vir êrîşên ser avahiyên HDPyê hatin kirin şermezar kir û got Xwedê şîfa xêrê ji rêvebirên me yên payebilind ku di êrîşan de birîndar bûn re bişîne.
Demirtaş got ku hê kampanyayên hilbijartinê dest pê nekiribûn me bal kişan ser "xetere û êrîşan" û destnîşan kir ku heta îro li 66 cihan êrîşê partiya wan kirin.
Demirtaş got ku xwestin li Diyadîna navçeya Agriyê provokasyonek bikin û wiha axivî: "Zarok û eskerên wê welatê hemû birayên me ne. Di nav wan de kesên ji Mêrsînê, ji Behra Reş, ji Trakyayê, ji Ardahanê, ji Konyayê hene. Lê xwestin hemûyan ber bi mirinê ve birê bikin. Gotin mimkun be em ê cinaze bişînin hemû herêmên Tirkiyeyê. Xwestin gel li dijî HDPyê bi nefret tevbigere û pêşiya xebatên HDPyê bigrin."
Demirtaş got ku provokasyona wan bi ser neket û wiha xeberda: "Îro di demeke wisa de êrîş birin ser avahiyên me yên li Edene û Mêrsînê, hindik mabû ku namzed û rêvebirên me bikujin. Di demeke wisa de êrîşekî wisa dijwar kirin ku xwestin cinazeyên wan ji wir derxin. Îro hewl dan ku qetlîamê bikin. Li rêxistinên me yên bajêr her roj serê sibê civîn çêdibe. Hemû rêvebirên me serê sibehê di wan saetan de li avahiyê ne. Gava ku Xweda destûrê nede çênabe. Xwedê wan parast û îro di avahiyan de kes nemir. Armanca wan bi van êrîşan ew bû ku Tirkan ji Kurdan re Kurdan jî ji Tirkan re bikin dijmin."