WASHINGTON
Berdevkê Qesra Spî Josh Earnest di civîna çapemeniyê ya rojane de got Serokê DYAyê Barack Obama bi Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel re, bi telefonê hevdîtin kir.
Earnest da zanîn ku endamên kongreyê û birêvebirî li ser Sûriyê guftûgoyê dikin û diyar kir ku hin hevdîtin bi telekonferansê tên kirin.
Earnest got, Obama piştî guftûgoyên bi kongreyê re, dê di aresteyî berjewendiyên netewî yên Amerîkayê de biryareke binecih bide.
Earnest der barê çekên kîmyewî yên Sûriyê de jî wiha got: "Tu kes nikare qanûnên navneteweyî bin pê bike. Heke Esed êrîşî Tirkiyê bike em qebûl nakin. Bi Tirkiyê re hevpeymana me ya parastinê heye. Yanî me bawerî daye Tirkiyê ku heke talûkeyek hebe, em ê wê biparêzin. Bi heman şiklî ew jî dê me biparêze. Heke êrîşek li Îsraîl û Urdunê bê kirin jî, em ê bikevin navberê û mudaxaleyê bikin. Bila her kes bizane ku bi van dewletan re hevpeymana me heye."
Earnest di dawiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku DYA, ji bo Sûriyê mudaxaleya eskerî weke çareseriyê nabîne.