LONDRA
Serokwezîrê Îngilistanê Davîd Cameron pirsa "Gelo we ji bo mudaxeleya li Sûriyeyê biryar da?" wiha bersivand: "Na me hêj biryarek nedaye." Lê Cameron dest nîşan kir ku 100 salan berê hemû dinya li hemberî bikaranîna çekên kîmyevî derket û ev tevger xelet dîtin. Cameron li ser rewşa Sûriyê sekinî û got: "Ji ber ku rejîma Esed çekên kîmyewî bikaranîn em jî îro li Sûriyê wan dîmenên hovane dibînin.
Cameron da zanîn ku li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî bersiva ku bê dayîn divê bi qanûn û hevgirtî be û wiha dewam kir: "Bi taybetî jî di pêşerojê de ji bo ku çekên kîmyewî neyên bikaranîn divê ji niha ve tewdîrên berfireh bên girtin. Ev bila neyê wê wateyê ku em li rojhilata navîn dikevin nav şer û yan jî polîtîkayên xwe yên li hemberê Sûriyê diguhirînin. Na wisa nîne, ev tevger ji ber bikaranîna çekên kîmyewî ye. Lewra bikaranîna wan xele te. Dinya divê li hemberî vê rewşê bê deng nemîne û lazim e ku bertekên xwe nîşan bide. Dema ku li hemberê vê rewşê bê deng bê mayîn di pêşerojê de dê gelek rejîm çekên kîmyewî bi kar bînin. Em zanin ku çekên kîmyewî yên Sûriyê yên veşartî hene. "
Konseya Ewlehiya Neteweyî ya Îngilistanê di bin Serokatiya Cameron de îro kom dibe, Parlementoya Îngilistanê jî dê sibê ji bo Sûriyê kom bibe.