YOZGAT
Alîkarê Serokwezîr Bekîr Bozdag li Zanîngeha Bozokê beşdarî merasima xîmavêtinê ya Kompleksa Unîteya Akademîk û Faqulteya Endezyariyê bû. Bozdag li vir pirsên rojnamevanan bersivandin.
Bozdag pirsa li ser biryara Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî (MGK) ya di sala 2004an de bersivand û diyar kir ku ev biryarên hanê tewsiye ne û wiha got: "Ev mijar hikûmeta me neaniye rojeva Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî."
Bozdag axaftina xwe wiha berdewam kir: "Rojev ji aliyê serokkomarê wê heyamê Birêz Sezer ve hatiye diyarkirin, li wir hatiye nirxandin. Divê ev baş bê zanîn. Divê qey hikûmeta AK Partiyê aniye rojevê, wisa nîşan didin. Ev şaş e. Ji bilî vê ji bo bicihanîna biryara Lijneya Ewlehiyê ya Neteweyî di dema hikûmeta me de ru biryareke Lijneya Wezîran tuneye. Tu gavek nehatiye avêtin. Wekî ku Yalçin Akdogan jî destnîşan kir di rastiyê de neketiye rewacê. Der barê vê de tu hewldanek hikûmeta me tuneye. Biryarek ku hatiye girtin tuneye. Gelek balkêş e ku piştî ewqas salan biryara MGKyê ya di sala 2004an de tînin rojevê."