Nihat Kavşut
14 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2020
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Em ê di rojên pêş da tercihên di navbera Hafterê derbekar û rêvebiriya meşrû ya Libyayê da ji nêz va bişopînin. Heger Hafterê derbekar êrîşên xwe yên dijî rêvebiriya meşrû û xwîşk û birayên me yên Libyayî bidomîne em ê xwe nedin paş û dersa ku hewce dike bidin Hafter."
Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.
Serokomar Erdogan destnîşan kir li Sûriye, Libya û Behra Sipî li pey macerayê nînin û jixwe hewesên wan yên emperyal jî qet tunene û wiha got: "Çavên me bi xirs û azweriya pere û neftê kor nebûne. Armanca me ya tekane ew e ku em pêşeroj û heq û hiqûqa xwe û ya xwîşk û birayên xwe biparêzin."
Erdogan diyar kir hewce bike wê bixwe rê li ber hewldanên rejimê (Sûriye) bigirin ku dixwaze agirbestê xera bike û wiha peyivî: "Hemd ji Xwedê ra di rojên derbas bûn da bi hevdîtinên bi mixatabên me yên Rûs ra ku him rû bi rû, him bi têlefonê û him jî bi wesîleya heyetan hatin kirin li Îdlibê agirbesteke nû hat îlankirin. Hêvî dikim ku agirbesteke mayînde be. Agirbestên berê jî bi destên rejimê xera bûn, lê îcar rewş cuda ye."
'Hewce bike em ê bixwe rê li ber hewldanên xerakirina agirbesta li Îdlibê bigirin"
Serokomar diyar kir divê agirbest wisa bê meşandin ku 400 hezar însanên hatine ber sînorên wan cardin vegerin malên xwe û wiha axivî: "Wezîfeya her kesî ye ku nehêlin rejim serî li rêbazên astengkirina pêşvabirina pêvajoya siyasî bixe û nehêlin ku serî li tundiyê bixe û xwînê birijîne. Hewce bike em ê bixwe rê li ber hewldanên rejimê bigirin ku dixwaze agirbestê xera bike. Divê her kes bizanibe ku ev karê tinazan nîne û qebûl bike ku Tirkiye wexta bibêje ez ê filan tiştî bikim teqez wê bike."
Erdogan got ku kesên dibêjin 'Li Libyayê çi karê me heye' cahilên siyasetê ne û wiha dewam kir: "Ev kes di heman demê da cahilên dîrokê ne. Heger Tirkiyeyê midaxele nekira niha Hafterê derbekar hemû welêt bi dest xistibû û hemû xelkê Libyayê biketina nav lepên zilmê."
Serokomar Erdogan der barê geşedanên li Libyayê da diyar kir wê di rojên pêş da tercihên di navbera Hafterê derbekar û rêvebiriya meşrû ya Libyayê da ji nêz va bişopînin û got ku heger Hafterê derbekar êrîşên xwe yên dijî rêvebiriya meşrû û xwîşk û birayên me yên Libyayî bidomîne em ê xwe nedin paş û dersa ku hewce dike bidin Hafter.
Erdogan destnîşan kir ku li ser sozên xwe sekinîn, lê mixabin Hafterê derbekar mîna derbekariya xwe li ser maseyê derbeyeke derewan kir û Moskovayê terikand û wiha peyivî: "Hikûmeta Trablusê helwesteke baş û nerm nîşan da. Hafterê derbekar nexwest peymana agirbestê îmze bike. Pêşiyê sekinî û peyra Moskovayê terikand û reviya."
Serokomar Erdogan der barê Qanala Stenbolê da diyar kir projeyeke ku bi her awayî li ser xebitîne û her hûrgiliyên wê hatine hesabkirin û got ku em bawer dikin ku di fînansekirin û çêkirina projeyê da wê tu astengî û pirsgirêk dernekeve.
Erdogan destnîşan kir der heqê mehaneya hin xaziyên wan da pirsgirêkên teknikî hebûne û got guherîna ku van pirsgirêkan çareser dike wê di demeke kurt da were Meclisê.
Serokomar Erdogan ji ber ku ji ber kitêba bi navê Devran ya Selahattîn Demirtaş lîstika şanoyê hat derxistin û lîstina wiha axivî: "Mixalefeta sereke bi partiya melûm ra ku mîna cêwiyê wê ye şanoyê temaşe dike. Berhema şexsê (Demirtaşê HDPyî) ku ji ber terorê di girtîgehê da ye nîşan didin û bi hev ra temaşe dikin. Hûn bixwe şano ne. Heger ji we tê herin Diyarbekirê û rondikên dayikên li wir bibînin. Kesên ku hûn bi wan ra dimeşin zarokên wan revandin. Haydê, herin wir jî. Çima naçin? Derdekî wan yê wisa tuneye, ew tenê dikarin bi zalim û kujeran ra bimeşin."
Erdogan diyar kir rêvebiriya Weqfa Piştevaniya Xaziyan û Eqrebayên Şehîdan yên Tirkiyeyê ya piştî hewldana darbeya 15ê Tîrmehê biryar dane ku ew ê bê damezrandin jî hatiye avakirin û wiha peyivî: "Pereyên ji bo malbata şehîd û xaziyên me wê bê bikaranîn derbasî hesabê weqfa me bû. Înşallah piştî vê xizmeta ku wê ji xazî û eqrebayên şehîdên me ra bê dayîn wê ji hêla vê weqfê va bê meşandin."
Qîza şehîd Mehmet Şîrîn Demir a Serokomar Erdogan vexwend kursiyê, hestên xwe vegot
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di cîvîna koma partiya xwe da xebatkara TRT Kurdiyê Gulay Demira qîza Mehmet Şîrîn Demir ê li Nisêbîna navçeya Mêrdînê şehîd ketibû vexwende kursiyê ku ew biaxive. Demirê wiha got: "Polîtîkayên şaş ên bi salane tên kirin, lîstikên bi salane li ser zarokên Kurd tên lîstin înşallah wê dawî bibin, ev perde wê bê girtin."
- "Serokomarê me ez vexwendim kursiyê ku ji ber vê ez pir kêfxweş im"
Demirê daxuyanî da nûçegihana AAyê û wiha axivî: "Hestên min tevlihev in. Min hê jî tişta ku hat serê min ji bîr nekir. Lê îro Serokomarê me ez vexwendim kursiyê ku ji ber vê ez pir kêfxweş im. Ji ber ku wek zaroka şehîdekî ji hêla serokekî dinyayê va vexwendina kursiyê û derfeta axaftinê dane min, ez kêfxweş im."
Demirê got beriya ku bavê wê wefat bike kulîlkek daye wê, wê jî daye Serokomar Erdogan û wiha axivî: "Kulîlk ew tişta dawîn bû ku bavê min beriya wefat bike dabû min. Ji ber karê ku ez dikim dema ez diçûm kîjan memleketî û cihên ez bi xwe ji bo gerê diçûm min axa wan wek nimûne dianî. Beriya ez kulîlkê ji Serokomarê me ra bibim min nimûneya vê axê, yanê axa bajarên cuda xiste hundirê guldankê. Herî dawîn jî min ji axa gora bavê xwe ya ku min ji xwe ra ew der wek memleket hesibandiye xistê û ew wek emanet da Serokomarê me. Min dizanibû ewê emaneta bavê min biparze. Min îro dît ku wî emaneta bavê min pir baş parastiye û li goşeya herî xweş a mala xwe veşartiye. Wisa zen dikim kulîlk binevş e."
- "Çima li ser me siyaseteke cuda tê kirin?"
Demirê ji bo malbatên li Diyarbekirê yên benda zarokên xwe yên di destê PKKya rêxistina terorê da ne jî wiha got: "Serokomarê me li kursiyê got, min jî di nav hevokên xwe yên dawîn da got. Hin kes hene îdia dikin ew mafên zarokên Kurd diparêzin. Heke hin maf bi rastî jî tên parastin, divê ewil ji zarokên Kurd bê pirsîn. Dema em lê dinihêrin zarokên wan di nav şert û mercên cuda da dixwînin, tên meqamên cuda. Nexwe çima li ser me siyaseteke cuda tê kirin? Dema em vedigerin lê dinihêrin, em dibînin bi rastî jî tişta ku diqewime ji bo hin kesan diqewime. Polîtîkayên şaş ên bi salane tên kirin, lîstikên bi salane li ser zarokên Kurd tên lîstin înşallah wê dawî bibin, ew perde wê bê girtin. Zarokên Kurd ên zane dikarin ji bo welatê xwe her tiştî bikin, tişta ku nikaribin bikin tune."
- "Ez pir bêriya wî dikim"
Demirê got ew pir bêriya bavê xwe dike û hestên xwe wiha anî ziman: "Navê êtîmiyê bêbavtî ye, nêzîkî 3 mehan e ez vê yekê hîn bûm. Û bi bavê xwe va min fêm kir ku bêrîkirin çi ye. Ez pir bêriya wî dikim."