Wezîrê Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê Fîkrî Işik û Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz li navçeya Yenîşehîrê buroya hilbijartinê ya HDPê ziyaret kir.
Wezîr Işik hat Diyarbekirê û bi Wezîrê Pêşketinê Yilmaz re li navçeya Yenîşehirê buroya hilbijartinê ya HDPê ziyaret kir.
Ji ber ku li Edene û Mêrsînê di avahiyên HDPê da teqîn çêbûn, Wezîr Işik û Yilmaz serî li partiyayan dan û gotin ku derbasî be.
Yilmaz bi HDPyiyan re sohbet kir û got: "Înşallah ev hilbijartin wê di nav aştî û aramiyê da çêbibe. Bila ji bo welat û mirovên me bi xêr be."