ANKARA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan bertek nîşanî gotinên Şaredarê Agiriyê Sirri Sakik da. Sakik piştî ku wekî şaredar hat hilbijartin daxuyandibû ku ew ê navê kesên ku li gelê kurd zilm û zordestî kirin, gule û bombe barandin li ser bav û kalên kurdan ji cade û kolanên Agiriyê rakin. Erdogan li ser wê daxuyaniyê wiha got:
Serokwezîr Erdogan di bernameya "Tesîsa Tomarkirina Nîzamî ya Zibilê Hişk" ya ku Wezareta Bajarvanî û Hawirdoriyê bi minasebeta Roja Hawirdoriya Cihanê ve lidarxist wiha axivî:
"Li Agiriyê kesên ku di mijara şaredariyê de bi xizmet û projeyên xwe ve nayên rojevê, aniha bi Kazim Karabekîr re mijûl dibin û serê xwe bi wî diêşînin. Beriya her tiştî navê Kazim Karabekîr ê ku fermandariya artêşê kir û Erzirûm, Qers û Agirî ji dujmin xelas kir li ser dilê gel hat neqişîn. Ji hêlekê ve têkoşîn dide da ku ka navê bajarokê bila tirkî an kurdî be, ji hêla din jî hewl dide ku navê wî kesê ku di dilê gel de cihê xwe dîtiye ji tabeleyan bibe, tu bawer dikî ku tu yê bi vê kiryara xwe ve gel ji wî kesî sar bikî? Ev reaksiyonê bi xwe re tîne. Miletê sibê were û li wir tabeleyeke mayende û gewretir careke din biçikîne."
Ji aliyê din Erdogan bibîrxist ku bi gotina "ew dayîkên ku li wir çalakiyê dikin bi pereyê MÎTê hatin li wir" ve haqaret li wan dayîkan kirin ku ew dayîk ji ber ku zarokên wan hatin revandin li Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dikin û wiha pê de çû:
"Tiştekî wiha bêedeb dibe? Waye wan bixwe birsiv da. Tiştekî gelekî kirêt e. Li bal wan he cure dek û dolab heye; takiye heye, derew heye, îftira heye, her tişt heye. Ez wisa bawer im ku li hemberî van gelê min dê hişyar be û piştgiriyê bide me û her wiha jixwe cêrika wan dê di rêya avê de bişkê. Demokrasî û azadiya rasteqîn ji laşê wan re giran hat, ranegirtin. Ev 12 sal in ku gelê herêmê û hemû gelê Tirkiyeyê di nava aramiyê de ne. Lê ji aliyekî hem gotina çareseriyê ji devê xwe naxin û ji aliyê din jî dikevin nava hemû kiryarên ku dê çareseriyê sabote bike. Dev ji hemû karên xwe berdane, rêyan dibirin, li ser rê çalan dikolin da ku wesayît derbas nebin. Em ji van re bêjin rêbir, terorîst, eşqiya em bêjin çi? Di rastiyê de bi van kiryaran xwe bi xwe dawiyê li xwe tînin."