HEWLÊR
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Fûat Huseyîn destnîşan kir ku hemû hêlên siyasî yên li Iraqê dixwazin ku Kurd bila careke din Serokomariya Iraqê bikin û hemû jî di vê mijarê de wek hev difikirin.
Huseyîn beşdarî civîna çapemeniyê ya Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Çavkaniyên Siruştî Aştî Hewramî bû û di dema veqetînê de bersiva pirsên rojnamegeran da.
Li HKIyê lijneyek hat avakirin û duh jî ji aliyê Serokê HKIyê Mesûd Barzanî ve hat erêkirin. Ev lijne dê bi hikûmeta Bexdayê re ji bo damezrandina hikûmeta nû ya Iraqê guftûgoyan birêve bibe. Huseyîn der heqê xebatên ku dê lijne bike de agahî da û wiha dewam kir: "Ev lijneya ku ji bo damezrandina hikûmeta nû dê bi Bexdayê re hevdîtinan bike, li Hewlêrê jî dê kom bibe. Lijne di navbera xwe de li ser mijara damezrandina hikûmeta nû ya Bexdayê û şert û mercên avakirinê dê nîqaşan bike. Lijne paşê dê derbasî Bexdayê bibe û bi partiyên siyasî yên ku li wê derê ne re dê hevdîtinan bike."
Huseyîn da zanîn ku ji bo damezrandina hikûmeta nû lazim e ku nîqaş bên kirin û wiha got: "Hêlên Iraqî ji bo ku meqamê Serokomariya Iraqê bidin kurdan wek hev difikirin. Ev fikir di navbera hemû partiyên siyasî de safî bûye."
Cara sêyemîn heke Malîkî wek Serokwezîrê Iraqê bê hilbijartin kurd dê li hemberî vê rewşê çi bikin? Ev pirs jî ji Huseyîn hat pirsîn û wî jî wiha got: "Ev yek hêj safî nebûye. Em ê bên bal hev û di navbera xwe de li ser vê meseleyê xeberbidin. Li gor axaftin û nîqaşên xwe em ê jî biryarekê bidin."