02 Gulan 2017•Rojanekirin: 02 Gulan 2017
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, der barê endamtiya xwe ya ji bo AK Partiyê de wiha got: "27ê Tebaxa 2014an ji ber ku bi destê gel wek serokomar hatim hilbijartin, li gor destûra bingehîn ji partiya xwe cuda bûm û îro jî cardin vedigerim partiya xwe ya ku mal, eşq û sewdaya min e û damezrênerê wê me."
Serokomar Erdogan beyanameya endamtiyê mohr kir û bû endamê AK Partiyê. Piştî îmzeyê li merasima ji bo endamtiya wî hat lidarxistin silav da mêvanan û dest bi axaftinê kir.
Erdogan behsa paşerojê kir û wiha axivî: "27ê Tebaxa 2014an ji ber ku bi destê gel wek serokomar hatim hilbijartin, li gor destûra bingehîn ji partiya xwe cuda bûm û îro jî cardin vedigerim partiya xwe ya ku mal, eşq û sewdaya min e û damezrênerê wê me."
Der barê têkoşîna li dijî terorê de jî wiha got: "Heke bi rêxistinên terorê ra têkoşîn bi biryardarî û demildest neyê meşandin, wê demê çi yê were serê me, me di 15ê tîrmehê da hemû bi hev ra dît. Vêga hin kes dibêjin ku 'Kesên mafdar, neheq, ev, ew...' Wiha an jî wisa, lê em rastiyekê bizanibin ku Tirkiyeyê tu rêxistinek tuneye ku ev qas serkeftî taqiye dike. Ew xwe baş vedişêrin û em êdî nikarin rabin bêjin 'Filankesê çi got, bêvankesê çi got?' em nikarin li vê binihêrin. Li welêt darazek heye, pergala hiqûqê heye û daraz dixebite. Çi hewce bike, wê were kirin. Ez car caran ji hevalên xwe ra dibêjim; 'Dibe ku hin kes werin li cem we bigrîn jî.' Ez wiha bawer dikim, gunehê we pê were, dibe ku hinekê din jî gunehê wan bi we were."
Serokomar Erdogan ji bo piştgiriya FETO û PKKyê rexne li Ewropayê kir û wiha axivî: "Li Ewropayê her cure alîkariyê didin van (FETO), yek jî didin PKKyê. Nexwe vê alîkariyê çima didin? Ji bo ku rê li ber Tirkiyeya ku bihêz dibe bigirin, didin. Heger wezîrekî min nikaribe îzna firînê bistîne, biçe Ewropayê divê em ji pirsê ra cewabekê bibînin. Îja vêca çi dibêjin, dibêjin ku ka emê ji niha şûnda çi bikin. Heya niha we çi kiribe, wa ye li holê ye. Wateya vê pirsê çi ye? Ji îro şûnda tiştek heye ku hûnê bikin, ka ew çi ye? Hûnê wan feslên ku we heta niha devê wan qet venekiriye, vekin. Çareyeke we ye din jî tune. Heger we vekir wê rind be, heger na jî ser seran ser çavan."
Ji bo biryara CHPyê ya ji bo encamên dengdayîna gel, serlêdana AÎHMê jî wiha got: "Lijneya Hilbijartinê ya Payebilind merciya biryara dawîn e, lê tu serî li Lijneya Hilbijartinê ya Payebilind didî, biryara dawîn dide, tu bi wê qaîl nabî, dibêjî 'Dadgeha Makezagonê'. Dadgeha Makezagonê di wê navberê da daxuyaniyê dide, tu ji wê derê jî hêviya xwe qut dikî. Niha jî diçî AÎHMê. Wezîfeyeke AÎHMê ya wiha tune. Di nav wezîfeyên wê da tiştekî wiha tuneye. Rayeya wî tuneye ku tevlî karên navxweyî yê hilbijartina vî welatî bibe. Pehlewanê ku têk diçe, ji têkçûnê têr nabe."