02 Gulan 2017•Rojanekirin: 03 Gulan 2017
ANKARA
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî, der barê têkoşîna li dijî FETO de got: "Ez bang li Birêz Serokomar û Serokwezîr dikim: Heta endamê dawîn ê FETOyê bê qefaltin û teslîmî edaletê bikin, sekan tuneye. Heram e bibêjin 'do em bi hev ra bûn, heval e, wefa ye û filan û bêvan e.' Têkoşîna dijî wan heta dawiyê helal e."
Bahçelî, di Komcivîna partiya xwe ya meclisê de axivî û der barê bûyerên di rojevê de nirxandin kirin.
Bahçelî, bangewaziya Serokomar Erdogan û Serokwezîr Yildirim kir û got: "Ez bang li Birêz Serokomar û Serokwezîr dikim: Heta endamê dawîn ê FETOyê bê qefaltin û teslîmî edaletê bikin, sekan tuneye. Heram e bibêjin 'do em bi hev ra bûn, heval e, wefa ye û filan û bêvan e.' Têkoşîna dijî wan heta dawiyê helal e."
Herwiha rexne li CHPyê jî girt û nirxandina xwe wiha kir:
"CHP bi helwesta xwe ya wekî kamyona frêna wê teqiyaye, serî da zirarê dide CHPyê. CHP di nav gerînekeke muflîs da ye û ew qas bêrû ye ku der barê biryara Lijneya Hilbijartinê da dibêje li dijî ewlehiya hilbijartinê derbe ye û li dijî îradeya gel dafik e."