ANKARA
Serokomar Erdogan piştî 12 salan ji mala xwe ya li Subayevlerê, derbasî Avahiya Serokomariyê bû.
Erdogan piştî hevdîtina bi Serokê Meclisê Cemil Çîçek re derbasî Avahiya Serokomariyê bû û hevdîtina Erdogan û Serokwezîr Ahmet Davutoglu jî li vir pêk hat. Hat destnîşankirin ku dema Erdogan ji bo serdanê çû DYAyê mala wî barkirin birin Avahiya Serokomariyê.
Avahiya Serokomariyê di 2009an de bi protokoleke ku di nabeyna Serokomarî û Wezareta Karên Derve de hat îmzekirin, ji bo Serokomariyê hat veqetandin.