HELEB
Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş wiha got: "Heger em xwedî li helwesta bi xîret a gelekî ku hatiye dorpêçkirin dernekevin, em ê mirovatiya xwe wenda bikin."
Demirtaş tevî lijneya pê re derbasî Kobanêyê bû û daxuyanî da rojnamevanan. Demirtaş destnîşan kir ku em ji bo piştgiriyê bidin gelê Kobanêyê hatin herêmê.
Demirtaş diyar kir ku wê Kobanê êrîşan têk bibe û wiha got: "Ev berxwedan wê serkeftî bibe. Wê xîreta mirovahiyê serkeftina xwe ji dinyayê re îlan bike. Ya girîng ew e ku em piştgiriya hev bikin. Heger em xwedî li helwesta bi xîret a gelekî ku hatiye dorpêçkirin dernekevin, em ê mirovatiya xwe wenda bikin."
Demirtaş destnîşan kir ku ji bo nirxên mirovahiyê divê her kes piştgiriyê bide berxwedana Kobanêyê û wiha dewam kir: "Hewldanên me ji bo vê ye. Li gor me divê berxwedan her roj mezin bibe û em xwedî lê derkevin. Raya navneteweyî dizane ku ev ne tenê parastina bajarokekê ye, ev mesele wê li herêmê hemû teşeya siyasî serobino bike."
Demirtaş û lijneya pê re paşê jî bi Hevseroka PYDyê Asya Evdila û rayedarên din re hat bal hev.