SAMSÛN
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li Balafirxaneya Çarşambayê ya Samsûnê axivî û wiha got: ""Bûyerên dawîn perçeyekî operasyoneke wisa ye ku aliyên wê yên navneteweyî henee û taşeronên wê yên herêmî hene. Ev operasyon li dijî Hikûmetê pêk tê. Yanê aliyên wê yê navneteweyî û herêmî heye. Em ê li ber xwe bidin. Çimkî ne tenê ji bo AK Partiyê, ji bo Tirkiye bihêz dibe, aciz dibin."
Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Meseleya ku biçe ber hiqûqê jixwe dê bigihêje encamekê. Meseleya me ew e ku bila hiqûq bi cih were û bila hiqûqnas jî li gor hiqûqê tevbigerin, ne ku li gor hinekan tevbigerin. Heke li gor hinekan tevbigerin, bila li qisûrê nenihêrin, em jî wekî siyasetmedar çi hewce bike em ê bikin. Em ê ji niha pê de jî vê bi cih bînin."
Serokwezîr Erdogan der barê daxuyaniya serbalyozan de jî wiha got: "Gelek balkêş e, di van rojên dawîn de serbalyoz di nav hin tevgerên provokatîf de ne. Ez ji Samsûnê bangî wan dikim, li karê xwe binihêrin. Heke hûn li derveyî karê xwe tevbigerin ev dê derbasî nav sînorên karê hikûmetê bibe. Em mecbûr nînin ku we li welatê xwe bihêlin. Heke serbalyozên me li welatên we heman tevgeran bikin agahiyê bidin me. Hewce nîne hûn bişînin, em ê gazî wan bikin."