SILÊMANIYE
Serokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku tu eleqeya wan bi wêneyên Abdullah Ocalan ên ku li ser malperên înternetê hatine belavkirin tuneye.
Demîrtaş ji bo hin têkiliyan li Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) e û daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Ew wêneyê ku hatiye parvekirin em nizanin bi destê kê hatiye weşandin û me jî fehm nekir ku bi çi armancê hatiye kirin."
Li ser malperên înternetê wêneyekî ku Cigîrseroka BDPê Pervîn Bûldan û Abdullah Ocalan di dema hevdîtina Îmraliyê de hatibû kişandin, hat belavkirin. Li ser malperên înternetê gelek cih girtin.
Demîrtaş jî ji bo vê bûyerê destnîşan kir ku ew wêneyên ku hatine belavkirin bêqelîte ne û wiha got: "Eleqeya me bi wan wêneyên ku li ser malperên înternetê hatin belavkirin tuneye. Wêneyê Ocalan me belav nekir."
Demîrtaş da zanîn ku di rojên pêş me de wêneyên Ocalan ên çêtir ewê bi destê xwe belav bikin.