28 Adar 2017•Rojanekirin: 28 Adar 2017
SAKARYA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu beşdarî bernameya ku Şaxa Jinan a AK Partiyê ya Sakaryayê li dar xistibû bû û li wê derê axivî. Wezîr Çavuşgolu di axaftina xwe da wiha got: "Îro Tirkiye bi quwet e lewra AK Partî bi tena serê xwe îqtidar e. Ya rastî ev bi tercih û feraseta gelê me va bû, di hilbijartina 7ê hezîranê da me ji sedî 42yê rayan sitand lêbelê bi tena serê xwe nikaribûn bibûna îqtidar."
Wezîr Çavuşoglu got ji sedî 42 ji bo siyasetmedarên Ewropayê tiştekî wek xeyalan e û rêjeyeke wisa ye ku nikarin xwe bigihîninê.
Çavuşoglu bi bîr xist ku koalisyon ava nekirin û çûn hilbijartinê û dîsa bi tena serê xwe bûn îqtidar û wiha pê da çû: "Sibe û dusibe ku em bi tena serê xwe nebin îqtidar halê Tirkiyeyê ew ê çito be? Jinên me ji hemûyên me rindtir dizanin ku koalisyonan felaketên çito anîn serê Tirkiyeyê."
- "Çima pêwîstiya Erdogan bi hêzê hebe"
Mevlut Çavuşoglu diyar kir kî tê bila were, lê divê pergala Tirkiyeyê bi hêz be.
Çavuşoglu destnîşan kir îro li dinyayê serokekî bi qasî Erdogan gel li pey diçe tuneye û wiha got: "Çima pêwîstiya Recep Tayyîp Erdogan bi hêzê hebe. Destûra niha rayeyeke mezin dide serokomar. Berpirsiyariya rayeyên dema Kenan Evren hatine dayîn tuneye. Pergala diçe referandumê ji bo Tirkiyeya piştî Recep Tayyîp Erdogan e. Pergala em tînin ji bo Tirkiyeya piştî Recep Tayyîp Erdogan sîgorte ye. Divê em vê baş bidin fehmkirin."