28 Adar 2017•Rojanekirin: 28 Adar 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan standên referandûmê ziyaret kir.
Erdogan ji bo beşdariya bernameya Samsûnê nîvroyê ji Koşka Hûberê derket û ber bi Balafirgeha Ataturkê bi rê ket. Lê di rê da li rawestgeha metroyê ya Sariyer Haciosmanê ji wesayîta meqamê peya bû.
Erdogan li vir standa "erê" ya Şaxa Ciwanên AK Partiya Sariyerê ziyaret kir, li ber standê der heqê xebatan da agahî wergirt û qederekî bi welatiyan ra sohbet kir.

Serokomar Erdogan paşê standa "na"yê ya li hember jî ziyaret kir û bi welatiyan ra xeberda.
Di dema ziyaretê da kêfa welatiyan bi Serokomar Erdogan ra hat.
Di vê navberê da pasevanên Serokomar Erdogan pêlîstok diyariyî zarokan kirin.