ANKARA
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan di Civîna Serokbajarên AK Partiyê de axivî û wiha got: "Ez li dijî rêveberiya derbekeran im, ew derbeker qîzên me davêjin girtîgehê. Ez ê her tim li dijî wan bim."
Serokwezîr Erdogan wiha axivî:
"Nîşana Rabîayê hin kesan aciz dike. Lê ez jê aciz nabim. Ev ji bo min rûmetek e. Min her tim piştgiriya mezlûman kiriye. Ez li dijî rêveberiya derbekeran im. Wan 20 qîzên me yên ku îşaretê Rabîayê kirin avêtine girtîgehê. Bala we dikşînim, di van 4 mehên pêşiya me de dê dev ji plan û projeyan berdin û dest bi fitne û fesadiyan bikin. Ji destê wan çi bê dê bikin û dê têkevin nav têkiliyên qirêj. Ev kesên hanê dê bi dijminê Tirkiyeyê re jî hevkariyê bikin û êrîşî me bikin."
Serokwezîr Erdogan li ser niqaşên dersxaneyan jî wiha got: "Em dixwazin derfetên zarokên xwe baş bikin, hemû hewldan û derdê me ev e. Em ê rê nedin ku zarokên me wekî amûran bên dîtin û bikaranîn."