ÎSTANBÛL
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê (YE) û Sergotûbêj Egemen Bagiş bi nûnerên komên olî yên cuda û bi rêveberên weqfan re hat bal hev û ji wan re got:
"Ji bîr nekin, pirsgirêkên we pirsgirêkên me ne. Em li vî welatî hemû bi hev re dijîn. Me heman av vexwar. Em bi hev du re Tirkiye ne. Heke ku em ê Tirkiyeyê di sala 2023an de li dinyayê bikin ji 10 welatên herî bihêz, em ê bi hev du re bikin."
Bagiş li Xwaringeha Feriyeyê xwarin da komên dînî yên ji hev cuda û di xwarinê de qala reformên ku di heyema hikûmeta AK Partiyê de kir. Bagiş destnîşan kir ku ew jî wek siyasetmedarekî car bi car ji rû sipîyên ol û baweriyan piştgiriyê dixwaze.
Bagiş diyar kir ku malên weqfên kêmnetewan paşve dane wan û Manastira Sumelayê, Dêra Ermeniyan Sûrp Haç a li girava Akdamarê, Dêra Ermeniyên Ortodoks a Sûrp Gîragos ya li Sûra navçeya Diyarbakirê jî ji bo îbadetê vekirine.