ANKARA
Berdevkê Wezareta Karên Derve Levent Gumrukçu li ser pirsa der barê hevkariya vejenê ya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) de diyar kir ku li gor Makezagona Iraqê li ser hin peymanên bazirganiyê li hev kirine û pêvajo hêj temam nebûye.
Serokatiya Daîreya Enformasyonê ya Wezareta Karên Derve daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat bi bîr xistin ku Serokwezîrê HKIFê Nêçîrvan Barzanî di 27ê mijdarê de hatibû Ankarayê. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hevkariya vejenê ya di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) de li gor Makezagona Iraqê li ser hin peymanên bazirganiyê li hev kirine û pêvajo hêj temam nebûye.