Abdullah Tel
14 Hezîran 2018•Rojanekirin: 15 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Serokwezîr û Wekilê Serokê Giştî yê AK Partiyê Bînalî Yildirim diyar kir ku wan qanûna aştiyê ya îmarê kir rewacê û wiha pê da çû: "Me qanûna aştiyê ya îmarê ya ku wê pirsgirêka 13 milyon welatiyên me yên pirsgirêka wan a îmarê hebû hel bike kir rewacê. Niha serlêdan tên qebûlkirin, heta niha ji ser 2 milyonî zêdetir serlêdan hatine kirin. Em li benda 13 milyon serlêdanî ne."
Serokwezîr Yildirim di çarçoveya xebatên Hilbijartinê da li Meydana Kentê ya Sultanbeyliyê xîtabî gel kir û bi taybetî li ser girîngiya Pergala Hikûmeta Serokomariyê sekinî.
Yildirim di axaftina xwe da ji welatiyan xwest ku bila hay ji dek û dolabên li ser Tirkiyeyê tên kirin, hebin û wiha pê da çû: "Li Tirkiyeyê li dijî Tirkiyeyê lîstikan çêdikin, vê ji bîr nekin. Lîstika ku hatiye çêkirin jî ev e; hin emperyalîst dixwazin li başûrê Tirkiyeyê dewleteke terorê ava bikin, dixwazin ku vê bi xuna birayên me yên Kurd va bikin."