16 Hezîran 2018•Rojanekirin: 17 Hezîran 2018
ÎSTANBUL
Serokwezîr Bînalî Yildirim der heqê nexşerêya Minbicê ya ku di navbera Tirkiye û Amerîkayê da hat xêzkirin da wiha got, "Niha me peymaneke 90 rojî çêkir. Ev peyman çi ye? Di 90 rojî da li gorî nexşerêyeke xêzkirî PYD/YPGya dûvika PKKyê, ev unsûr dê ji vê derê derkevin. Rêveberiya wê derê wê dest biguhere û rêveberiya herêmî dê were serî. Ev yek bi hewldan û pêkutiya Tirkiyeyê va pêk hat."
Serokwezîr Yildirim beşdarî bernameya taybet a bi navê "Mijar Hilbijartina Zûtir e" ya ku Oguzhan Ugur li ser kanala Youtubeê Babala TVyê pêşkêş dike, bû.
- "Dê sûda wê ji me ra hebe heger em tevdîra xwe bistînin"
Serokwezîr Yildirim di axaftina xwe da der heqê nexşerêya Minbicê ya ku di navbera Tirkiye û Amerîkayê da hat xêzkirin da wiha got, "Niha me peymaneke 90 rojî çêkir. Ev peyman çi ye? Di 90 rojî da li gorî nexşerêyeke xêzkirî PYD/YPGya dûvika PKKyê, ev unsûr dê ji vê derê derkevin. Rêveberiya wê derê wê dest biguhere û rêveberiya herêmî dê were serî. Ev yek bi hewldan û pêkutiya Tirkiyeyê va pêk hat. Ma me çi got? Me got, îro em li El Babê ne, sibê em li Efrînê ne, roja din jî heger bivê em ê li Minbicê bin. Nabe ku mirov di têkoşna terorê da cudahiya Rojhilatê Çemê Feratê û Rojavayê Çemê Feratê bike. Tehdîda dijî welat, ala, milet û însanê me ji kuderê were em ê jî li wê derê bin. Dema meriv vedigere li tecrubeyên para mêze dike, mirov dibîne ku dê sûda wê ji me ra hebe heger em tevdîra xwe bistînin. Di rêveberiya Obama da jî ev dê ji wê derê bihatana derxistin. Soz dan me, lêbelê ji wê derê nehatin derxistin. Niha me ev da nivîsandin. Gotin tê jibîrkirin, lê nivîs di ciyê xwe da dimîne. Îmze hatin avêtin, heger bi cih neynin, ev dê bibe şerma wan. Wê demê em ê jî nebêjin, heyran Amerîka dewleteke mezin e, ka çi ji destê me tê, em nikarin tiştekî bikin. Nexêr, em ê li gorî mafên xwe û li gorî berjewendiya xwe tevbigerin."
"24ê Hezîranê mijara man û nemanê ye"
Yildirim ji bo hilbijartinên ku wê di 24ê Hezîranê da bên kirin got, "24ê Hezîranê mijara man û nemanê ye" û wiha dewam kir:
"Ev hilbijartin mijara man û nemanê ye. Hêzên emperyal dixwazin rêxistineke terorê ya girêdayî xwe damezirînin û pê Tirkiyeyê terbiye bikin. Em namzedan dibînin, der heqê têkoşîna dijî terorê da min tiştek ji wan nebihîst. Ma karê ewil ê Muharrem Înce ew bû ku çû Edîrneyê Selahettîn Demirtaş ziyaret kir? Dema parlamenterên ku çûn cinazeyên PKKyiyên ku eskerên me şehîd kirin, ji vî Selahettîn Demirtaşî hatin pirsîn, çi got? Got, 'Tiştekî wisa çawa dibe, de ew qehremanên me ne. Heger neçûna min ê ceza bida wan.' Em rêyan dabeş dikin, lêbelê em Tirkiyeyê dabeş nakin."