Fırat Taşdemir
07 Nîsan 2023•Rojanekirin: 08 Nîsan 2023
Cîgirserokê AK Partiyê Bînalî Yildirim û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelik ji bo di hilbijartinê da bi hev ra tevbigerin Serokê Partiya Çepgir ya Demokratîk (DSP) Onder Aksakal ziyaret kirin.
Yildirim û Çelik çûn serdana Navenda DSPyê û bi Aksakal ra civiyan.
Hevdîtin ji çapemeniyê ra girtî hat kirin û piştî civînê Bînalî Yildirim û Onder Aksakal daxuyanî dan rojnamevanan.
Bînalî Yildirimê ji bo ezimandinê sipasiya Aksakal kir, wiha axivî, "Em wisa fikirîn ku em dikarin di vê hilbijartinê da bi hev ra tevbigerin û me ev pêşniyaz li Partiya Çepgir ya Demokratîk û li serokê partiyê kir. Wê binirxînin û em ê gorî wê hereket bikin. Bi kurtasî armanca ziyareta me ev e."
Aksakal jî diyar kir bi Yildirim û Çelik ra li ser Hilbijartina Parlamenteriyê ya Heyama 28an û Hilbijartina Serokomariyê ya ku di 14ê Gulanê da ye, axivîne.
Onder Aksakal destnîşan kir ji bo îro di saet 14.00an da lijneya serokatiyê vexwendine civînê û wiha got, "Him ji ber serdana mêvanê me yê ku duh hat û him jî ji ber serdana îro, em ê bi lijneya serokatiyê ra serdanan binirxînin û heger qebûl bikin em ê jî wan ziyaret bikin."
Aksakal diyar kir wê îro Navenda AK Partiyê ziyaret bikin û di pey ra fikra xwe ji raya giştî ra parve bikin.