KAHRAMANMARAŞ
Hevseroka BDPê Gulten Kişanakê der barê pêvajoya çarêseriyê de got: "Rawestandina paşvekişînê nîşan dide ku di pêvajoyê de bawerî tuneye. Ger em di vê merheleyê de gavên demokratîkbûnê yên pêwîst biavêjin, dê pêvajoya mizakereyê bi awayekî serast pêşde here."
Kişanak û Parlementera Îdirê ya BDPê Pervîn Bûldan çûn Elbîstanê û li Girtîgeha E Tîpiyê girtiyek ziyarek kirin. Li girtîgehê demekê bi Aysel Dogan re sohbet kirin. Kişanakê piştî serdanê pirsên rojnamevanan bersivandin.
Kişanakê îfade kir ku li giştiyê Tirkiyê girtîgehên ji hev cuda ziyaret dikin û der barê pirsgirêk û daxwazên girtiyan de jî agahiyan distînin. Kişanakê wiha dewam kir: "Bi piranî hevalên me pêvajoyê mereq dikin. Dibêjin gelo ev pirsgirêk dê çarêser bibe û pêvajo dê çawa dewam bike? Îro civîneke AK Partiyê heye, dê pakêta demokratîkbûnê bê nirxandin. Em hêvî dikin ku serî gel girênedin û bi lez û bez gavên ku ji bo Tirkiyê pêwist in biavêjin. Bi rastî li Tirkiyê ev mijar li cihê şaş tê nîqaşkirin. Kêmasiyên demokrasiya Tirkiyê hene. Divê ev bên temamkirin."