ANKARA
Arîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay, piştî Civîna Nirxandina Pakêta Demokratîkbûnê ya li Navenda Giştî ya AK Partiyê daxuyaniyek da rojnamevanan.
Atalay got ku me xebata ku wek "Pakête Demokratîkbûnê" tê binavkirin de nirxand û wiha axivî: "Me xebata 4 saetan a îro neqedand. Jixwe me berê jî qala vê kiribû. Birêz Serokwezîrê me jî gava çû derveyî welat gotibû ku 'Em ê piştî vegerina ji Arjantînê, li ser vê mijarê biaxivin.' Der barê pakêtê de ev demeke direj e em li ser dixebitin û dimeşînin de, pêşkêşiyek kir. Em ê li ser van yekana mûzakereyên xwe bidomînin."
Atalay diyar kir ku dê roja înê jî piştî civîna MKYKê ya AK Partiyê der barê pakêtê de xebatên xwe bikin û wiha axivî: "Hûn dizanin ku ev pakêta demokratîkbûnê, pakêteke gelekî berfireh e. Gelek hêmanên ku demek dirêj e, em li ser dixebitin hene. Ezê nûha yek bi yek li ser wan hêmanan nesekinim. Lê ev pakêt pakêteke wisa ye ku divê sê hewcehiyên aliyên cur bi cur yên civaka me bi cî bîne. Hûn jî dizanin ku wek partî û hikûmet ji serî de nêrîneke me heye ew jî ew e ku hemû pirsgirêkên civakî, bi awayekî demokratîk çareser bikin. Der barê vê mijarê de gelek verastkirinên me hene."
Atalay got ku pirtûka bi navê "Şoreşa Bêdeng (Sessîz Devrîm)"ê jî amade kirin û weşandin, ez pêşniyaz dikim ku hûn vê pirtûkê bixwînin.
- Pakêteke bihêz e
Atalay bal kişand ku dê pakêt di demek guncav de ji hêla Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ve bê diyarkirin û got ku ji ber ku pakêteke bihêz e, em dixwazin bixwe diyar bike. Emê wê demê agahiyên berfirehtir pêşkeşî we bikin.
Atalay li ser pirsa gelo dê pakêt kêngî bê diyarkirin, got ku wextê diyarkirinê diyar nîne. Emê roja înê jî bixebitin, înşaellah em ê wê rojê biqedînin, heke ku neqede jî dê bidome. Ji ber ku tiştekî gelek dirêj e, gelek serenav hene. Ji ber vê yekê jî analîzeke berfireh hewce dike.
Rojnamevanekî pirsî ku "ji bilî serenavên ku raya giştî dizane, dê tu serenavên surprîz hebin an na?" Li ser vê yekê Atalay bersiveke wiha da: "Me tu daxuyanî nedan raya giştî, ew nêrîn û şîrove ne."