Serokomar Abdullah Gul beşdarî 4emîn Foruma Îstanbulê ya ku Navenda Ragihandinê ya Stratejîk (STRATÎM) li dar xist bû. Gul der barê bûyerên ku li rojhilata navîn diqewimin de axivî û got li rojhilatê êdî paradîgma diguherin û statuya ku ev sed sal e heye jî ji holê radibe. Gul bal kişand ser Sûriyê û anî ziman ku divê li Sûriyê zûtirkê şêrê navxweyî yê ku ewlehiya welêt dixe tehlûkeyê bi dawî bibe.
Gul raginand ku li gelek welatan, zordestiya rêvebiriyan û daxwazên gel dibin sedema guherandinê û daxwaza gel ew e ku rejîmên dewletan xwe bispêrin îradeya wan. Gul destnîşan kir ku êdî ev pêvajoya di paş de venagere û di encamê de li herêmê zîhniyeta dewletê û birêvebiriyê jî bi mecburî diguhere û pergalên nû dê derkevin.
Gul li ser rewşa Sûriyê jî sekinî û got ku li welêt alozî roj bi roj kûr dibe, hezaran kes tên kuştin û dibin penaber û ev rewş jî ji bo însaniyetê eybeke mezin e. Gul anî ziman ji bo ku Sûriye ji vê aloziyê derkeve û çareseriyek bê dîtin divê rêyên sîyasî û dîplomatîk bên bikaranîn û civata navnetewî jî guhê xwe bide hemû gelên Sûriyê da ku ev pirsgirêk ji holê rabe.