05 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim bi Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derva yê Sirbistanê Îvîca Dacîc ra li Koşka Çankayayê hevdîtin kir.
Yildirim ji bo ku wexta hewla derbeyê ya 15ê tîrmêhê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) hikûmeta Sirbistanê piştevaniya Tirkiyeyê kiribû, spasiya xwe ragihand.
Serokwezîr Yildirim di qebûlê da got ku ji bo aşîtî, aramî û îstîqrara li Balkanan cihê Sirbistanê giring e, di vê çarçoveyê da, divê têkiliyên navbera Tirkiye û Sirbistanê da bên xurtkirin.
Yildirim di hevdîtinê da ji bo wexta hewla derbeyê ya FETO piştevaniyaTirkiyeyê kir, spasiya hikûmeta Sirbistanê kir.
Wezîrê Karên Derva yê Sirbistanê Dacîc jî got ku ew têkiliyên bi Tirkiyeyê ra ji hêla perspektîfa stratejîk va dinirxînin.
Di hevdîtinê da ji bilî mijarên dualî, li ser meseleyên herêmî û pêvajoyên hevkariyê jî sekinîn.