Önder Beyter
17 Nîsan 2018•Rojanekirin: 18 Nîsan 2018
TBMM
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî got, "Rê û rêbaza herî maqûl, herî bimantiq, herî biaqil û demokratîk ew e ku gelê Tirk 26ê tebaxa 2018an roja yekşemê ango di salvegera Serfiraziya Milazgirê û salvegera Tearûza Mezin da bi rihê serfiraziyeke nû biçe ser sandoqan û hem di hilbijartina Serokomariyê da û hem jî di hilbijartina giştî ya parlamenteriyê da bersiva ku dijminên Tirkiyeyê heq dikin, bide."
Bahçelî di Komcivîna li TBMMyê ya partiya xwe da axivî û diyar kir ku li dû derxistina qanûnên lihevkirinê, MHP wê mafê xwe yê teqdîr û tercihê ji bo ku hilbijartina pêşwext were kirin, biemilîne.
Bahçelî wiha axivî, "Pêwîst nîne ku mirov vî karî bihêle ku hê gelekî dewam bike. Ew yek şert e ku mirov lîstika kesên dixwazin kaosê derxin, xirab bike. Êdî wextê wê yekê hatiye ku dawî li rikberî û nakokiya ka hilbijartin heye an na, gelo wê di wextê xwe da were kirin an wê hilbijartina pêşwext were kirin."
Bahçelî wiha bang kir, "Rê û rêbaza herî maqûl, herî bimantiq, herî biaqil û demokratîk ew e ku gelê Tirk 26ê tebaxa 2018an roja yekşemê ango di salvegera Serfiraziya Milazgirê û salvegera Tearûza Mezin da bi rihê serfiraziyeke nû biçe ser sandoqan û hem di hilbijartina Serokomariyê da û hem jî di hilbijartina giştî ya parlamenteriyê da bersiva ku dijminên Tirkiyeyê heq dikin, bide."