ANKARA
Piyê ewil a hilbijartina Serokomariyê di 10 tebaxê de dê bê kirin û ji ber vê yekê jî lîsteyên hilbijêran îro di saet 08.00an de ji hêla lijneyên hilbijartinê ên navçeyan ve hatin dardakirin û îtiraz tên qebûlkirin.
Sicîlên Hilbijêrên li Derveyî Welêt jî di malpera www.ysk.gov.tr yê de hatin îlankirin û îtiraz û daxwazên guherînê yên hilbijêran tên qebûlkirin. Bi weşandina lîsteya hilbijêran ve êdî welatî dikarin li ser malperê qeyda xwe binihêrin.
Îtirazên der barê lîsteyên hilbijêran de heta 9ê tîmehê dê bên qebûlkirin paşê jî lîsteyên bên rakirin.