Mehmet Şah Yılmaz,Tuğba Altun
16 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2024
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan got, "Vê gavê tiştên ku li Behra Sor, Iraq û Sûriyeyê diqewimin; êrîşên bi vî rengî, helwestên ku tên nîşandan pêş da xeberê didin ku şerê li Xezeyê dest pê kiriye wê veguhere gêraveke mezintir. Pêş da dîtina vê yekê ji aqilan ne dûr e."
Fîdan li Wezaretê bi Wezîrê Karên Derva û Ewropayê yê Xirvatistanê Gordan Grlic Radman ra hevdîtin kir û paşê di civîna hevpar a çapemeniyê da axivî.
Wezîr Fîdan bi bîr xist ku li Xezeyê ji 24 hezarî zêdetir Filistînî hatin kuştin û ev yek li ber çavê civaka navneteweyî qewimî.
Fîdan diyar kir ku wî di serê pêvajoyê da gotibû ku "an şerekî mezin wê derkeve an jî aştiyeke mezintir wê çêbibe" û hin welat bê teredud vê yekê ber bi şer va dikişînin, lê bi xebata Tirkiye û dostên wê yên din va gelek gav hatin avêtin ku zimanekî aştiyê çêbibe.
Fîdan bal kişand ku der heqê şer da rîskên pir mezin hene û wiha dewam kir:
"Di demekê da ku qetlîama li Xezeyê didome, me rîska berbelavbûna herêmî jî pir caran anîbû ziman. Herkes li bendê bû ku berbelavbûna herêmî ji Libnanê dest pê bike, lê ev bûyer ji cihên din derket. Vêga qewimînên li Behra Sor, li Iraqê, li Sûriyeyê û her wiha êrîşên bi vî rengî, xweedilandina li hemberî hev, nîşan didin ku şerê li Xezeyê dest pê kir dê têkeve dirûvê gerînekeke xeternaktir. Em ê jî hem xebatên xwe yên ji bo aştiyê bidomînin û hem jî em ê wê hewla xwe bidomînin ku Îsraîl ji ber qetlîamên dike di civaka navneteweyî da wek siyasî û edlî bersiva xwe hilde."