05 Adar 2017•Rojanekirin: 05 Adar 2017
ANKARA
Numan Kurtulmuşê Alîkarê Serokwezîr beşdarî Komxebata Medyayê ya ku ji hêla Komeleya Weşangerên Anadoluyê û bi mazuwaniya Şaredariya Kizilcahamamê ve hat lidarxistin, bû.
Kurtulmuş li wir axivî û behsa mijara Minbicê jî kir.
- "Li Minbicê em naxwazin gaveke ku pergala nijadî diguherîne bê avêtin"
Kurtulmuş di komxebatê de li ser pirseke "Li Minbicê operasyonek dibe ku bê kirin" got ku di dema Obama de pir eşkere biryar hat dayîn ku PYD wê derbasî rojhilata Feratê bibe.
Kurtulmuş got ku rêxistina terorê PYD divê bilez ji Minbicê bê derxistin û wiha axivî: "Cihê ku em jê re dibêjin Minbic, li wir ji sedî 100 ereb hene. Em naxwazin gaveke ku pergala nijadî diguherîne bê avêtin. Li gor me tu xêra wê ji Sûriyeyê re tune. Derdê me ew e ku ev der bi lez bigihîje aştiyê."