Ekip
05 Adar 2017•Rojanekirin: 06 Adar 2017
ANTALYA
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, li ser astengkirinên Almanya û Hollandayê got: "Li Hollanda û Almanyayê destûrnedayîna çalakiyên referandûmê) Em ê herin û bi welatiyên xwe yên li Ewropayê ra jî werin bal hev. Ne xayînên PKKyê dikarin vê asteng bikin, ne jî kesên ku ji têkiliya me û ya welatiyên me aciz in, dikarin asteng bikin."
Çavuşoglu ji bo çend ziyaretan li Antalyayê ye û li wir beşdarî merasima temelavêtina Islaha Rûbarê Biçkiciyê yê li navçeya Gazipaşayê bû.
Çavuşoglu li vir axaftinek kir û got dewletên Ewropayê dixwazin Tirkiye lawaz bimîne û parçe bibe. Loma jî piştgiriyê didin PKKyê, FETOyê û DHKP-Cyê û wiha got:
"Divê em van baş bifirkirin. Dewletên Ewropayê çima xwedîtiyê li yên dibêjin 'na' derdikevin û yên dibêjin 'erê' jî asteng dikin. Vê çima dikin? Baş bifikirin."
Wezîrê Karên Derva der barê astengkirinê de jî wiha axivî:
"Li Hollanda û Almanyayê destûrnedayîna çalakiyên referandûmê) Em ê herin û bi welatiyên xwe yên li Ewropayê ra jî werin bal hev. Ne xayînên PKKyê dikarin vê asteng bikin, ne jî kesên ku ji têkiliya me û ya welatiyên me aciz in, dikarin asteng bikin."