07 Adar 2017•Rojanekirin: 07 Adar 2017
ANKARA
Kesên girêdayî Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HDS) ya ku rêxistineke veşartî ya rêxistina terorî PYD/PKKyê ye, li navçeya Minbicê alaya rejima Beşşar Esed li herêma ku di navbera rêxistinê û Artêşa Sûriyeya Azad de ye daliqandin.
Kanala Russîa Today a ku navenda wê Moskova ye li ser malpera xwe ya înternetê ya erebî de dîmenê kesekî bi navê "Hemza Zaza" weşand.
Di dîmen de ev kesê ku wek Hamza Zaza tê nasîn û tê îdiakirin ku fermandarê yekîneyên parastina sînor a artêşa Beşşar Esed e, alaya rejima Esed di navbera Bab û Minbicê de dadiliqîne.
Di dîmenê ku hat weşandin de Zaza dema ku alayê diçikîne dibêje ku wan ev xet hildaye bin kontrola xwe.
Çavkaniyên herêmî yên ku agahî dan AAyê jî gotin ku Hemza Zaza di rastiyê de milîtanê koma "Şemsul Şemal" e ku ev kom jî di bin banê Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HDS) de ye. HDS jî rêxistineke paravan a di bin banê PYD/PKKyê de ye.