TBMM
Parlementerê Diyarbekirê yê BDPê Altan Tan ji bo xebatên Makezagona Nû li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist. Tan anî ziman ku ji Qomîsyona Lihevkirina Makezagonê dê tu encamekê dernekeve û wiha dewam kir: "Li meclisê bi agahî û çavnêriya birêz serokê me yê meclisê, şanoyek tê lîstin, rastiyên ku di nav me de diqewimin, bi gel re nayên parvekirin."
Tan, îdia kir niyeta AK Partiyê tuneye ku Makezagonê derxe û hin rastî jî ji gel tên veşartin. Tan rexneyên xwe yên li dijî Qomîsyona Lihevkirina Makezagonê wiha anî ziman: "Bila herkes bizanibe ku hêvî ji qomîsyonê tuneye. Ev rewş niha li gor dilê desthilatiyê ye. Serokwezîr jî tinazê xwe dike û dibêje bila 'Qomîsyon rojê 10-15 saetan bixebite û vî karî biqedîne'. Serokwezîr jî bê rojê 25 saetan bixebite û ev xebat 25 sal dewam bike, dîsa jî ji Qomîsyona Lihevkirina Makezagonê tu tişt dernakeve."
Altan der barê 48 xalên ji Qomîsyonê derbas bûn de jî axivî û destnîşan kir ku ev 48 xal nîv made jî nakin. Tan bi bîr xist ku li ser xalên sereke lihevhatin çênebûye û wiha got: "Ji bo lihevhatinê gelo em ê bibin Kemalîst an MHP û CHP dê ji rika xwe bên xwarê? De ka hûn bibêjin lihevhatin dê çawa çêbe?"