HURTH
Alîkarê Serokwezîr Bekir Bozdag, li Almanyayê beşdarê fitara Yekîtiya Demokratên Tirk bû.
Bozdag der barê derbeyan de axivî û anî ziman kesên ku li Tirkiyeyê derbe kirine, niha tên darizandin û hesabê didin. Bozdag wiha got: "Li Tirkiyeyê ji kesên ku derbe kirine û yan jî dildariyê kirine re tu kes nikaribû bêje 'la hewle'. Lê îro dema ku hûn li Sîlîvrîyê dinêrin, kesên ku xwestine derbe bikin tên darizandin. Di nav wan de leşker hene, sîvîl hene, teqawîd û hin kesên din jî hene."
Bozdag pêvajoya 28ê Sibatê jî anî ziman û bi bîr xist ku di vê heyamê de darazê ji derbekaran hesap nepirsî û di ser de jî beşdarî birîfîngan bûn û bi çepikan piştgirî dan wan.
Bozdag balê kişand li ser darizandina kesên ku derbe kirine û wiha pê de çû: "Me bi rakirina xala 15emîn ya makezagonê rê ji darizandinê re vekir. Kesên ku îradeya neteweyî qebûl nedikirin, demokrasiyê dadiliqandin. Makezagon û hiqûq binpê dikirin. Niha jî hesabê didin darazê. Bihêzkirina demokrasiyê, hiqûqê wiha dibe. Beriya betlaneya meclisê me di vê qadê de gaveke wek şoreşê avêt. Me xala 35emîn ya Zagona Xizmeta Hundurîn ya Hêzên Biçek yên Tirkiyeyê guhert. Lewra heta îro hinceta hemû darbeyan ev xal dihat nîşandan, xal di nav xwe de tiştekî wisa nahewîne lê yên ku derbe kirin her tim vê xalê hincet nîşan dan. Ji bo vê xalê gelek tişt hatin nivîsîn û pir tişt hatin gotin lê tu kes nikaribû vê xalê biguherîne. Me beriya betlaneya meclisê him vê xalê û him jî gelek xalên ku bi vê xalê re têkîldar in, guhert. Li Tirkiyeyê êdî heyama mudaxaleya artêşê ya siyasetê jî qediya. Êdî li Tirkiyeyê heyama li dijî gel û binpêkirina îradeya gel qediya. Ev gav, gavên dîrokî ne. Me ev gav ji bo welat û gel avêt. Gel jî van gavan dibîne û pîroz dike."