Türkan Tosun
29 Nîsan 2018•Rojanekirin: 29 Nîsan 2018
ÎSTANBUL
Serokomar Erdogan: "Eskeriya bibedêl niha di rojeva hikûmeta me de tune, rewşeke wiha tune."
Erdogan: "Wek duh, CHP îro jî siyaset kiriye rengê simsariyê, bazirganiyê. CHPyê vîna gel a ku wek emanet hildaye ku ew ji bo gel bi kar bîne, derxiste bazarê. Bi parlamenterên ku derxiste bazarê va ji ciwanan re dibe mînakeke nebaş. Ez ji vir dixwazim bang bikim; hey 15 parlamenter, çawa çêdibe ku hûn vîna xwe evqas erzan difroşin."
Erdogan: "Dîroka siyaseta Tirkiyeyê bi bûyerên elawat ve tijî ne. Di dîroka siyaseta me de li aliyekî zilamên dewletê yên ku şev û roj ji bo xizmeta welêt dixebitin, li aliyê din jî kesên bêşexsiyet yên ku ji bo çend quriş berjewendiyên xwe tevdigerin hene. Di raburdiya me ya siyasî ya 90 salî de yên ku ji bo emaneta gel canê xwe didin û wê diparêzin jî yên ku li ber darbekeran silavê didin û yên ku dema tankan dibînin ditirsin direvîn jî hene."
Erdogan: "CHP bi bazariyên xwe yên ku li pişt deriyan dimeşîne û ne li gor tu distûr û exlaqî ne va, siyaseta Tirk qirêj dike û lekeyê lê dixe. Ev li dîroka me ya siyasî wek wesîqeyeke nû ya şermê qeyd bû. Di eslê xwe da ev hedîse dide nîşan ku her çend di navberê da 40 sal derbas bûbe jî li CHPê tu tişt neguheriye. Her çend bixwe û avaneyên wan ên medyayê hewl didin ku li ser vê skandalê bigrin jî, miletê me mijar baş dîtiye. Em dibînin ku ev tezgah ji xapandina miletê me wêdatir, ji bo ku partiya mixalefeta sereke bê îtibar bike, wek hemleyekê ye."
Erdogan: "(Der barê daxuyaniyên Abdullah Gul de) Ezê di vê mijarê de tu daxuyaniyekê nedim, ji xwe Birêz Gul daxuyanî da. Ezê bi tenê spasiya we jî bikim. Meydana hilbijartinê ji her kesî re vekiriye û em hêvî dikin her partiya siyasî namzedê xwe eşkere bike ku em jî li gor wê kampanyayên xwe bimeşînin û gavên xwe yên ku vê kampanyayê bêtîr bi qîmet bike bavêjin."
Erdogan: "(Nîqaşên 'perçekirina' Zanîngeha Stenbolê) Derd dîsa îdeolojîk e. Ev jî ji camîeya me ne. Bira li qusûrê nenhêrin, camîeya me, ew camîe, ev camîe. Tiştekî wisa tuneye. Em ê di her tiştî da ji helwesta îdeolojîk dûr bisekinin, dirust bin. Em ê li peyê qelîteyê bikevin an peyê hejmarê bikevin, em li vê dinhêrin."